Haber

Civaka Sivîl a Kurd

Di têkoşîna demokratîk a gelan de berxwedana sivîl û demokratîk xwedanê cihekî taybet e. Gelo di warê sivîlîzasyonê de rewşa kurdan çi ye? Di qada rewşenbîrî de alimên kurd di nav cîhana zanistê ya alema îslamê xwedanê cihekî taybet in. Di qada ragihandinê de kurd ji 22 Nîsana 1898an bi vir ve anku ji Rojnameya Kurdistanê bi vir ve hene.

Piştî avabûna netewe-dewletên ku welatê kurdan di bin destên xwe de digirin, gelê kurd ji her tiştî bêpar hatiye hiştin. Gelo çima di destpêka sedsala 20î de kurdan nekariye statûya dewletbûnê bi dest bixin? Berî wê çima mîrgehên kurdan nekarîne bigihêjin hev û rengê dewleteke serbixwe wergirin?

Em van pirsan daynin aliyekî, îro kurd li du parçeyên Kurdistanê, (her çiqas li Rojava ew statû de-fakto be jî) xwedan statû ne. Li her du parçeyên mayî jî têkoşîn û berxwedana siyasî bi awayekî xurt berdewam dike. Li gelek welatên Ewropayê hejmareke berbiçav a kurdan heye. Di qada akademîk û rewşenbîrî de hêzeke berbiçav derketiye holê. Li gorî daneyên Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, bi tenê hejmara kesên ku bi bûrsa vê saziyê doktora kirine 540 e. Li gelek zanîngehên cîhanê akademîsyenên navdar û naskirî yên kurd hene. Her wiha êdî li çend Zanîngehê Tirkiyê beşên çand, ziman û wêjeya kurdî hene. Li wir jî êdî komek akademîsyen gihaştine. Piştî serkeftina kurdan a li dijî DAÎŞê kurd û kêşeya kurdan li seranserî cîhanê tê nasîn û piştgirî û piştevaniya ji bo doza kurdan li seranserî cîhanê berz û bilind bûye. Her sal der barê kurdan de gelek panel, semîner û konferansên navneteweyî têne lidarxistin.

Li Bakur kurd di siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de xwedanê hêzeke berbiçav in, li parlamentoyê nûnerên wan hene, li gel hemû astengiyan jî rêveberiya gelek bajar ketiye destên wan. Tevî ku piştî derbeya têkçûyî gelek saziyên kurdan hatibin girtin jî, îro bi dehan komele û weqfên kurdan hene. Her wiha bi dehan televîzyonên peykê û weşanxaneyên kurdan hene; salane bi sedan pirtûkê bi kurdî têne çapkirin. Di qada dîjîtal û tora ragihandina civakî de kurd çalak in.

Hêz û şiyana heyî dikare rengekî nû bide têkoşîna azadiya gelê kurd. Lê mixabin wekî gelek warên din di vî warî de jî hevgirtinek tune ye. Saziyên sivîl ên kurd heta niha gelek proje birine serî, gelek karên hêja kirine, lê hê jî di vê qadê de wekî bikereke hevgirtî û serbixwe qada sivîl xwe birêxistin nekiriye. Gotineke mamoste Îsmaîl Beşîkçî hebû ku digot, “Kurd li Tirkiyê dikarin bibin her tişt, lê nikarin bibin kurd”, saziyên sivîl ên kurd di vê qadê de jî bi nasnameya xwe ya neteweyî nikarin kar û baran bikin.

Belkî yekem car e ku çend saziyên sivîl ên kurdan di navberê 26 û 28ê Nîsanê bi pêşengiya Weqfa Çand û Hunerê BANê li bajarê Rihayê hatin cem hev û di komxebatekê de rewşa xwe gotûbêjkirin, li rê û rêbazên çareseriya kêşe û arîşeyên vê qadê geriyan. Di vê komxebatê de nûnerên 19 sazî û dezgehan hatin cem hev û li ser rewş û arîşeyên qada sivîl gotûbêj kirin.

Ji bilî amadekara komxebatê Weqfa BANê, ji Weqfa Baran Tursun û Weqfa Tahir Elçî ên ku di qada mafên mirovan de xebatê dikin, heta Weqfa Mezopotamya Kurt-Kav û Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ku di qada çand û zimanê kurdî de xebatê dikin, ji saziyên lêkolînê yên mîna DÎSA, DÎTAM û Kurdish Studies Centerê bigire, heta saziya ragihandinê Botan Internationalê û Chalak Eventê, ji Dîwan Akademiyê û Yenî Sehneyê ku di qada şanoyê de xebatê dikin heta Koma Xebatê û Weşanxaneya Vate, Kovara Lêkolînên Kurdî, DEMOS, Xîret Foundation û Komeleya Parastina Heyberên Suriştî û Çandî ya Diyarbekirê gelek sazî û dezgehên ku di qadên cur bi cur de xebat dikirin di vê gotûbêjê de bîr û boçûnên xwe, raman û pêşniyazên xwe pêşkêş kirin. Tevî ku komxebat li Rihayê hate kirin jî, ji bilî Komeleya Çand û Zimanê Kurdî tu saziyên ji Rihayê beşdarê vê komxebatê nebûn. Bi tenê nûnerekî Xîret Foundationê ji Rihayê bû.

Di komxebatê de ramana xurtkirina hevgirtina di vê qadê de derket pêş. Her wiha gelek beşdaran da xuyakirin ku divê aktorên sivîl bi siyasetmedarên kurd re jî têkiliyeke li ser hîmê hevnasînê û hevpejirandinê pêk bînin, ji xebatên hevpar danûstandinan bikin. Li gorî baweriya min divê xebatên wiha zêdetir bibin, beşdarî jî berfirehtir bibe. Qete nebe, di vê qadê sînorên bîrdozî û siyasî werin dabezandin û hevgirtineke xurt pêk were.

Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu